Heta niha bi giştî 112 welatiyên Kurd hatine şehîdkirin.
Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî berdewamin û heta niha zêdetir ji 450 kes ji aliyê hêzên rejîmê ve li Îranê hatine kuştin.
Derbarê amara qurbanî û şehîdên Rojhilatê Kurdistanê de jî navenda mafên mirovan ya Hengawê daxuyaniyek belav kiriye û nivîsandiye; Ji destpêka xwepîşandanan heta niha bi giştî 112 welatiyên Kurd hatine şehîd kirin, 7 ji wan jin û 14 jî zarokin.
Herwiha zêdetir ji 5 hezar welatiyên Kurd jî hatine binçavkirin ku, di nava wan de 142 jin û 95 zarok jî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin