Ji ber LPG agir bi mala wan ketiye.
Birêveberiya hêzên hawar hatinê yên devera Misirkê ya ser bi Dihukê ragihand ku, îro danê sibê, jiber lêçûna gaza LPG ji sîstema nava malekê li Misirkê, agir bi malê welatiyekî ketiye.
Di encama bûyerê de şewateke mezin çê bûye û du welatî ku, hevjînê hevin û xwedanên malêne birîndar bûne û niha li nexweşxaneyê têne derrmankirin.
Weke tê zanîn pêrê li Dihukê jiber teqîna LPG 5 kesan û di dawiya hefteya derbasbûyî de jî li Silêmanî jiber heman sedemê 15 kesan canê xwe ji dest dabûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin