Kanala CNN bi belge eşkere dike ku, hêzên rejîmê destdirêjî dikin ser jin û keçên Îranî.
Kanala CNN nûçeyek derbarê xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî belav kiriye.
Di raportê de CNN çend belge li ser zarê şahêdên bûyeran belav kiriye ku, îsbat dikin, hêzên rejîma Îranê di dema êrîş kirine ser xwepîşanderan, hewl bo binçav kirina jin û keçan didin û destdirêjiya cinsî dikin ser wan.
Kanala CNN diyar kiriye ku, şahêd û belgeyên gelek girîng û bawermend di destê me de hene ku, hêzên rejîma Îranê bo tirsandina jin û keçan wan di kolanan de digirin û li ber çavên xwepîşanderên din destdirêjiya cinsî li wan dikin.
Ev raporta han di demekê de tê weşandin ku, hefteya derbasbûyî çend dêmen li Îranê hatin belavkirin ku, hêzên rejîmê li ber çavên xelkê destdirêjî cinsî kirine ser jinên xwepîşander û herwiha li girtîgehên îtlaat, besîc û spahê de jî rojane raport têne belavkirin ku, destdirêjî li ser jin û keçên girtî tê kirin.
Cnn di berdewamiya raporta xwe de nivîsandiye: Jiber nebûna înternetê Peyamnêrê me çûye devereke ser sînorê navbera Îran û Îraqê û raste rast li gel çend jin û keçên ku, rastî destdirêjiya cinsî ya hêzên rejîmê hatine hevdîtin pêk aniye û di demeke nêz de ev ev hevpeyvînên han bo raya giştî ya cîhanê werin weşandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin