Şandeke Kongrêsa Amerîkayê serdana Kurdistanê dike

Amerîka berdewam dibe li ser piştîvanî kirina herêma Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Konsulusa Amerîkayê û Serokê dîwana civata wezîran civiyan.

Serokê dîwana civata wezîran Omîd Sebah pêşwaziya Konsulusa Amerîkayê ya li Hewlêrê bi wekalet, Zuhre Beel û şandeke pê re kir.

Di destpêka civînê de şanda Konsulusxaneya Amerîkayê bi tundî êrîşên Îranê yên bo ser herêma Kurdistanê mehkûm kir û ev êrîşên han bi binpê kirina serweriya axa Kurdistan û Îraqê bilêv kir.

Her di civîna han de behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê, mijara yekxistina hêzên pêşmerge bi taybetî yekeyên 80 û 70 û reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin û şanda Amerîkî piştîvaniya xwe ya berdewam bo herêma Kurdistanê û reformên nava wezareta pêşmerge diyar kir û anî ziman ku, di rojên pêşiya me de vê şandeke berfire ya Kongrêsa Amerîkayê serdana Kurdistanê bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.