Li gel rayedarên Bexdayê dicive.
Li gor daxuyaniyeke Serokatiya herêma Kurdistanê vê îro sêşem 22ê Mijdarê, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike û li gel Serokkomar, Serokwezîr û Serokê parlementoya Îraqê dicive.
Her di çarçoveya heman serdanê de Serokê herêma Kurdistanê li gel Serokê desthilata dadweriyê, Serok û berpirsên aliyên siyasî yên Îraqê dicive û di civînan de giftûgo li ser têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê, çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera her du aliyan û cîhbicîh kirina rêkeftina dawî yaku, bûye sedema ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê tê kirin.
her di heman civîn û hevdîtinan de behsa guhertin, pêşhat û bûyerên vê dawiyê jî tê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin