Li Dihukê 4 kesan canê xwe ji dest dan

wezareta tendirostî dibêje birîna hinek ji birîndaran girane.
کوردستان TV
100%

Tanka LPG teqiyaye.

Duhê direngiya şevê li bajarê Dihukê tankeke LPG teqiyaye û di encama teqînê de zirarên canî û madî çê bûne.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di encama teqîn û şewatê de 4 welatê canê xwe ji dest dane û 26 welatiyên din jî birîndar bûne.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, birîna hinek ji birîndaran girane û tê payîn ku, hijmara birîndaran hîn zêdetir be.

Tankera LPG li ser bana malekê li nêzî firin û beşeke navxweyî teqiyaye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.