Gelek welatên cîhanê û NY jî daxuyaniyên tund dan.
Piştî êrîşên dubare yên şera derbasbûyî yên rejîma Îranê bo ser hin navçeyên herêma Kurdistanê civaka cîhanî bertekên gelek tund nîşanî rejîma Îranê da.
Di vê derbarê de Netewên Yekgirtî daxuyaniyek weşandiye û rixmî mehkûm kirina Îranê, ev êrîşên han bi hewldanek bo têkdana aramiya deverê û zêdetir kirina tundûtîjiyê bilêv dike û dibêje lazime dem û dest ev êrîşên han werin rawestandin.
Herwiha balyozxaneyên Amerîka, Honlenda, Almanya, Franse, Danîmark û Brîtanyayê jî daxuyaniyên gelek tund dane, rixmî mehkûm kirina êrîşên han, piştîvaniya xwe bo herêma Kurdistanê jî diyar kirine û dibêjin Îran jiber veşartina qirîza navxweyî û xwepîşandanên dijî rejîmê, dest bi wan êrîşên bêhincet kiriye û ev êrîşên Îranê jî nîşaneya piştîvaniya Îranê ji tundûtîjiyê ye lewre lazime bi yek dengî li hember Îranê rawestîn û wisa li Îranê bikin ku, nikaribe careke din tişteke wisa dubare bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin