Amerîka: Ev êrîşên han metirsîne bo ser ewlekariya deverê

dibêje êrîşên han binpê kirina serweriya axa Îraq û Kurdistanê ye.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev rejîma Îranê dîsa êrîşî ser çend deverên herêma Kurdistanê kir.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî yaku, bi CENCOM tê nasîn derbarê êrîşên duhê bişev yên rejîma Îranê yên bo ser navendên hizbên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li herêma Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

CENTCOM di daxuyaniya xwe de bi tundî êrîşên han şermezar kiriye û ragihandiye ku, ev êrîşên berdewam yên rejîma Îranê binpê kirina serseriya axa Îraq û herêma Kurdistanê ye û asayîş û ewlekariya deverê û Rojhilata Navîn dixin bin metirsiyan.

Weke tê zanîn duhê bişev Îran bo cara ewil êrîşî ser kempa Cejnîkan ya li Behrikê ya li parêzgeha Hewlêrê kiribû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.