Duhê nîveşev artêşa Îranê çend navendên partiyên Kurdî yên li herêma Kurdistanê bordiman kir.
Di topbaranên duhê bişev her yek ji Koye, kempa Cejnîkan û Zirgêwêz li Silêmanî hatin armanckirin.
Li gor zaniyariyên ku, ji rayedarên hizba demokrata Kurdistan/ Îran hatine wergirtin di topbarana han de pêşmergeyekî wan şehîd bûye.
Qelha demokratan li Koyeyê bi sê mûşekan hatiye armanckirin lê tenê mûşekek ber qelhê ketiye û du mûşekên din jî ber navenda tendirostî ya azadî ya Koyeyê ketine.
Îran herwiha bi dron êrîşî ser kempa Kurdên Rojhilat ya li Cejinîkan ya li Behrkê ya ser bi Hewlêrê ve kiriye ev êrîşa han ti zirareke canî li pey nebûye.
Her îşev Zirgwêz jî li devera Silêmanî hate bordimankirin lê heta niha derbarê zirar û ziyanên êrîşê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin