Bi eşkence kirinê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.
Ciwanekî Kurd xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di dema xwepîşandan û raperînên seraserî yên li dijî rejîma vê welatî de, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye girtin.
Ev ciwanê han yê ku, navê wî Omîd Hesenî û temen 22 sale, piştî çend seatan ji binçavkirinê, canê xwe ji dest daye.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê diyar kiriye ku, Omîd Hesenî jiber eşkenceyeke dijwar ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, canê xwe ji dest daye û şehîd bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin