Ev sîstem taybete bi berevaniya deriyayî.
Çapemeniya Îsraîlê îro danê sibê belav kir ku, hêzên deryayî yên vê welatî sîstemeke nû ya berevanî ya deriyayî cerbandine.
Ev sîstema han sîstemeke ku, dikare pêşbîniya êrîşan bike, mûşek, dron û balefirên ku, hêzên Îsraîlê dikin armanc diyarî bikin û beriya ku, bigehêjin cîhê mebest wan ji nav bibin.
Ev sîstema nû taybete bi keştî û hêzên deryayî yên Îsraîlê û heman rola sîstema berevanî ya bejahî ya qelha hisên ya Îsraîlî dilîze.
Ev cerbandina han piştî vê yekê hat ku, beriya çend rojan li deriyaya Omanê dronên Îranî êrîşî ser keştiyeke Îsraîlî kiribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin