Welatên cîhanî piştgîrî dan biryara dijî Îranê

dibêje bernameya etomiya Îranê dijî aştiyê ye.
کوردستان TV
100%

Komîteya dadweran ya ajansa etomiya cîhanî biryarek dijî Îranê daye.

Piştî ku, roja pêncşem komîteya dadweran ya ajansa etomiya cîhanî derbarê bernameya etomî ya Îranê de biryareke nû derkir û ragihand ku, bernameya etomiya Îranê dijî aştî û aramiyê ye, sê welatên bihêz yên cîhanê jî bi daxuyaniyeke hevbeş piştîvaniya xwe bo biryara han ragihandin.

Her yek ji Almanya, Brîtanya û Franse di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandine ku, biryara komîteya dadweran biryareke rast û di cîhê xwe deye, Îran dixwaze bernameya xwe ya etomî weke amûrek li dijî welatên cîhanî bikar bîne û ev bernameya han ya Îranê ne bernameyeke aştîxwaze belku, bernameyeke ku, bûye metirsiyeke gelek mezin bo ser aştî û aramiya cîhanê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.