Berpirsekî îtlaata Îranê hate kuştin

di nava 4 rojan de ev sêyemîn Jenerale tê kuştin.
کوردستان TV
100%

Duhê li bajarê Sehneyê hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya Îranê duhê înê li bajarê Sehne ya Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya xwepîşandan û raperîna gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî, hêzên îtlaat û spahê êrîşî ser xwepîşanderan kirine.

Xwe pîşanderan jî bi berd, kevir û daran êrîşî ser hêzên spah û îtlaatê kirine û di encam de berpirsê îtlaata spah ya li bajarê Sehneyê bi navê Jeneral Nadir Bayramî hatiye kuştin.

Weke tê zanîn roja pêncşemê jî li Bokanê û Mehabadê du Jeneralên din yên spaha pasdaran hatibûn kuştin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.