Qurbaniyên teqîna Silêmanî têne veşartin

15 kes canê xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndarin.
کوردستان TV
100%

Vê Serokê herêma Kurdistanê jî serdana Silêmanî bike.

Biryare piştî çend deqîqeyên din termên ev kesên ku, şeva pêncşemê li bajarê Silêmanî jiber teqîna bermîla gazê ( LPG) canê xwe ji dest dabûn, li goristana Silêmanî werin veşartin.

Yek ji termên qurbaniyan vê bo bajarê Bane ya Rojhilata Kurdistanê were şandin.

Herwiha biryare îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bo beşdarî kirin di taziyeya wan qurbaniyan de serdana bajarê Silêmanî bike.

Weke tê zanîn şeva pêncşemê di encama teqîna tankeke LPG de li Silêmanî 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kesên din jî ku, piraniya wan jin û zarokin birîndar bûne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.