Gotara bixêr hatina mêwanên beşdar di komcivîna aştî û ewlekarî de pêşkêş kir.
Îro li Dihukê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema destpê kirina roja sêyem ya komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn yaku, ji aliyê zanîngeha Amerîkî/ Kurdistan ve hatibû lidarxistin, gotara bixêr hatina mêwanan pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de rixmî ku, bixêr hatina mêwan û beşdarvanan kir, diyar kir ku, ev komcivînên wisa dibin alîkar daku, giftûgo derbarê kêşeyên heyî yên Kurdistan û Îraqê bikin û nêrînên kesên pispor li ser wan mijaran werbigirin.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku, em dixwazin sûdeke zêde ji vê cure komcivînan werbigirin daku, zêdetir bikaribin li ser çareser kirina kêşeyên heyî bihizirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin