Duhê bişev li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepîşandanên mezin hatin kirin.
Duhê bişev li bajarên mezin yên Rojhilatê Kurdistanê weke Sine, Bokan, Seqiz, Kamiyaran û Mehabadê li dijî rejîma Îranê xwepîşandanên gelek mezin hatin kirin.
Di xwepîşandanan de hêzên rejîmê êrîşî ser xelk kirin û di encama êrîşên han de li Bokan, Kamiyaran û Seqizê bi giştî 6 welatiyên din yên Kurd şehîd bûn.
Herwiha li Bokan û Kamiyaran û gundên wan her du bajaran jî xelk gelek navendên rejîmê bi taybetî navendên Besîc û îtlaatê şewitandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin