Navendeke olî ya li Başûrê Îranê hate şewitandin.
Duhê li bajarê Îze ya li Başûrê Îranê weke bajarên din yên Îranê xwepîşandan û raperîn li dijî rejîma vê welatî hate lidarxistin.
Di xwepîşandana duhê bişev de, xelk êrîşî ser navenda olî ya li vê bajarê kiriye ku, weke navendeke leşkerî û ewlekarî ji aliyê rejîmê ve di hat bikar anîn.
Di encama êrîşa han de ev navend hatiye şewitandin.
Her duhê bişev rixmî kuştina 7 xwepîşanderan ji aliyê hêzên rejîmê ve, xelk jî êrîşî ser hêzên rejîmê kiriye û herî kêm 4 rayedar û endamên hêzên rejîmê jî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin