Amerîka: Îran êrîşî ser keştiya Îsraîlî kiriye

rejîma Îranê jî dibêje ev êrîş ne karê meye.
کوردستان TV
100%

Dibêje bi dronan ev êrîşa han pêk aniye.

Piştî ku, kanala 13an ya Îsraîlî ragihand ku, roja sêşemê rejîma Îranê bi dronan li deriyaya Oman êrîşî ser keştiyeke karsazekî Îsraîlî kiriye, Koşka Spî ya Amerîkayê jî di vê derbarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye diyarkirin ku, rayedarên ewlekariya nîştimanî yên Amerîkayê diyar kirine ku, belge di destê wan de hene ku, êrîşa roja sêşemê ya li deriyaya Oman bo ser keştiyeke welatiyekî Îsraîlê karê rejîma Îranê ye û bi dronan pêk hatiye.

Ji aliyeke din ve Amerîka dibêje ev êrîşa han metirsiyeke gelek mezine bo ser azadiya torîstîkiya deriyayî û lazime pêşiya rejîma Îranê were girtin.

Rejîma Îranê jî vê yek red dike û dibêje ev ne karê meye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.