Amerîka dest danî ser karwaneke din ya mûşekên Îranî

di nava keştiya han de herî kêm 10 mûşekên balistîkî hebûne.
کوردستان TV
100%

Îran dixwest ev karwana han bo Husiyan bişîne.

Qola 5an ya hêza deryayîya Amerîkayê ragihandiye ku, duhê bişev li peravên Omanê hêzên wan li dijî keştiyeke Îranî operasiyoneke mezin lidar xistine.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ev keştiya han yaku, ji Îranê berê ketibû, têde gelek mûşekên balistîkî û teqemeniyên din hebûn û hêzên wan karîne keştiya han rawestînin û dest deynin ser mûşek û teqemeniyên nava keştiyê de.

Hîn jêder qala vê yekê dikin ku, Îran xwestiye ev mûşekên han bişîne bo çekdarên Hûsî li Yemenê.

Herwiha hêzên Amerîkî dest danîne ser zêdetir ji 70 ton Koliriyata amûniyomê ku, bo sûtemeniya mûşekan tê bikaranîn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.