Rayedarekî spaha Pasdaran rastiyan eşkere dike

dibêje em nikarin liber xwe bidin û kes jî nikare bi hawara me were.
کوردستان TV
100%

Dibêje em êdî nikarin li hemberê xelkê liber xwe bidin.

Li gor çapemeniya Farsî ziman, rayedarekî spaha Pasdaran ya Îranê bi navê Seyid Pûyan Husênpûr di gotareke xwe de yaku di civîna xwe ya li gel hijmarek zarokên rayedar û alîgirên rejîmê de pêşkêş  kiriye, gotiye em êdî nikarin li hember xelkê li ber xwe bidin.

Ev rayedarên spaha Pasdaran diyar kiriye ku, xwepîşandanên vê carê yên Îranê ji xwepîşandanên berê gelek cudane, di xwepîşandanên berê de xelk dema hêzên ewlekarî anjî spahî ditî direviyan lê vê carê xelk netenê nareve belku, êrîşî ser me dike.

Ev rayedarê spaha Pasdaran gotiye em gelek bi tundî êrîşî ser xwepîşanderan dikin lê xwepîşander natirsin li ber xwe didin û narevin û êrîşî ser me dikin, wisa lê hatiye ku, êdî em nikarin li ber xwe bidin, em bo lêdana wan dikevin nava kolanekî, çar anjî pênc kes şerê me dikin lê ji nîşkave di nava tevahiya xaniyên kolanê de bi berd, dar, asin û tiştên din êrîşî ser me tê kirin û kes jî nikare bi hawara me ve were.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.