Mûşekên Rûsî ketin nava axa Polonyayê

Amerîka jî gef li Rûsyeyê dike û Rûsye jî dibêje me nekiriye.
کوردستان TV
100%

Herî kêm 2 kes hatine kuştin.

Li gor çapemeniya cîhanî duhê bişev du mûşekên Rûsî ku, ji aliyê artêşa Rûsyeyê ve bo Rojavayê Ukraynayê hatibûn avêtin, li gundeke sînorî ya Polonyayê ketine erdê.

Di encama teqîna wan du mûşekan herî kêm du welatiyên Polonyayî canê xwe ji dest dane.

Di vê derbarê de Amerîka dibêje her çend em bawer nakin ku, Rûsye bi zanebûn ev mûşekên han avêtibe kê Amerîka û NATO amadene bi tundtirîn awayî berevanî ji her bisteke axa welatên endam di NATO de bikin.

Ji aliyê xwe ve jî wezareta berevanî ya Rûsyeyê qala vê yekê dike ku, ev nûçeya han propagendeye li dijî Rûsyeyê û Rûsye ti êrîşeke bi vê rengî pêk neaniye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.