29 rayedarên rejîmê ji aliyê YE hatin cezakirin.
Yekîtiya Ewrûpayê derbarê rewşa Îranê de daxuyaniyek weşandiye û ragihandiye ku, YE bi her awayî piştîvaniya xwepîşandan û daxwazên reva yên xelkê Îranê dike û bi tundî helwestên rejîma Îranê yên li dijî xwepîşanderan mehkûm dike.
YE di beşeke din ji daxuyaniya xwe de ragihandiye ku, weke beşek ji plana YE bo piştîvanî kirina xelkê Îranê li dijî rejîma vê welatî, pêngava yekem avêtiye û 29 rayedarên rejîma Îranê yên ku, bo bikar anîna tundî dijî xwepîşanderan xwedan rolin, hatine cezakirin.
YE herwiha navê 3 navendên sereke yên rejîma Îranê jî xistiye nava lîsteya dorpêçan û tekez kiriye ku, vê YE berdewam be li ser piştîvanî kirina xelkê Îranê û dorpêçên xwe yên li ser rejîma vê welatî jî berfiretir bike û bidomîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin