Zêdetir ji 116 hezar metre duca erd hatiye paqêjkirin.
Dezgeha karûbarên mîn ya li herêma Kurdistanê amarên kar û çalakiyên xwe yên cotmehê belav kir.
Di daxuyaniya dezgeha mîn de hatiye diyarkirin ku, di cotmeha 2022an de wan kariye bi giştî 116 hezar û 573 metre duca erd û zeviyên curbicur ji mîn û teqemeniyan paqêj bikin.
Her di heman demê de dezgeha han 5 meydanên mînê jî bi temamî paqêj kiriye û erdên wan radestî xwedanên xwe kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin