Îsraîl rojhilatê bajarê Himsê bordiman kiriye.
Li gor jêderên herêmî duhê bişev balefirên şer yên Îsraîlî hin deverên Rojhilatê bajarê Himsê bi dijwarî bordiman kiriye.
Di encama bordimana han de gelek leşker û çekdar hatine kuştin.
Çapemeniya rejîma Sûrî ragihandiye ku, di encama êrîşa han de herî kêm 5 leşkerên rejîmê hatine kuştin.
Lê hin çavkaniyên din behsa vê yekê dikin ku, di encama êrîşê de gelek çekdarên Îranî jî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin