Opozîsyon beşdarî di hilbijartinan de nake.
Îro xelkê Behreyinê bo diyar kirina nunerên xwe yên li parlementoya 40 korsî ya vê welatî çûne ser sendoqên dengdanê.
Hilbijartinên vê carî yên Behreyinê gelek cudane, jiber ku, her du partiyên opozîsyonê Wîfaq û Wede ku, yek îslamiye û şîeye û evê din jî sekolare, rê bi wan nehatiye dayîn daku, beşdarî di hilbijartinan de bikin û herwiha hikûmet rê nedaye kesên ser bi opozîsyonê ku, xwe berbijêr bikin.
Di hilbijartinên vê carê de bi giştî 330 berbijêr hene ku, 73 ji wan jinin.
Çavkaniyên herêmî behsa vê yekê dikin ku, jiber beşdarî nekirina opozîsyonê, coşa hilbijartinê tuneye û prosesa dengdanê gelek siste.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin