Pentagon: Îran êrîşî ser Îraq û Siûdiyeyê dike

dibêje Amerîka balefirên B52 şandine deverê.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îran bo vê mebestê dest bi amadekariyên pêwîst kiriye.

Rayedarekî bilind paye yê wezareta berevaniya Amerîkayê ( Pentagon) ragihandiye kuê zaniyariyên bawermend di destê Amerîkayê de hene li dor amadekariyên Îran bo êrîş kirine ser Siûdiye û Îraqê.

Ev rayedarên Pentagonê ku, nexwestiye navê xwe eşkere bike ji rojnameya Polîtîco ya Amerîkî re gotiye ku, zaniyariyên bawermend di destê Amerîkayê de hene ku, Îran amadekariyên pêwîst kiriye bo êrîş kirine ser jêrxana enerjî ya Siûdiye û Îraqê.

Ev rayedarê han herwiha diyar kiriye ku, Amerîka, Sûdiye û Îraq jî bi hûrî çavdêriya pêşhatan dikin û Amerîka jî bo rûbirû bûne her cure êrîşeke Îranê bo ser wan welatan, balefirên bordiman kirinê yên navdar ( B52) şandiye deverê.

Weke tê zanîn di meha derbasbûyî de jî çapemeniya cîhanî dîsa qala vê yekê kiribû ku, Îranê dest bi amadekarî bo êrîş kirine ser Hewlêr û Riyazê kiriye. Ji aliyeke din ve roja pêncşema derbasbûyî jî Şêwirmendê Rêberê Îranê jî gef li Siûdiyeyê kiribû û gotibû bila hin welatên kendavê ye ewlekariya xwe hilbijêrin anjî çapemeniya xwe û gotibû eger çapemeniya welatên kendavê wisa behsa xwepîşandanên Îranê bikin vê ev welatên kendavê baceke mezin bibin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.