Amerîka û YE hevkariya Misirê dike

Biden her duhê dawî bi serdana xwe ya bo Misirê anî.
کوردستان TV
100%

500 miliyon dolar didin vê welatî.

Duhê Serokê Amerîkayê Jeo Biden ku, li Misirê ye li konferansa taybet bi guhertina keş û hewayê de yaku, bi organîzatoriya Netewên Yekgirtî hatiye lidarxistin gotarek pêşkêş kir.

Biden di gotara xwe de ragihand ku, Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bi hevbeşî bi qasî 500 miliyon dolaran weke hevkarî didin Misirê daku, bo bikar anîna enerjiya paqêj bikar bîne.

Biden herwiha diyar kiriye ku, cîhan pêdiviya xwe bi parastin û zêdetir kirina daristanan û keskatiyan heye lewre lazime em hemû di vê warî de xwe bi berpirsiyar bizanin û gavên pêwîst bavêjin.

Weke tê zanîn Biden piştî beşdarî di konferansê de û hevdîtina xwe ya li gel Serokê Misirê dawî bi serdana xwe ya bo vê welatî anî.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.