Komîteya danûstandinkar ya Kurdistanê hat ava kirin

aliyên têkildar bo amade kirina bernivîsa bûdceya herêma Kurdistanê hatin pîwerdarkirin.
کوردستان TV
100%

Civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Ev jî daxuyaniya naveroka civînê ye ku, Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî belav kiriye.

îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de me jiber serkeftina konreya 14an ya partiya demokrata Kurdistanê pîrozbayî li tîma wezarî ya partiya demokrata Kurdistanê kir û pişt re jî wezîrê darayî û plandanînên birêz Dara Reşîd bi navê tîma wezarî ya YNK û wezîrê awedankirin û nîştecîhkirinê birêz Dana Ebdulkerîm Serokê tîma wezarî ya tevgera Goranê bi navê tevgera xwe û herwiha endamên din yên civata wezîran jiber serkeftina kongreya 14an ya PDKê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tîma wezarî ya PDKê kirin.

Rojeva yekem ya civînê pêk hatibû ji giftûgo kirin derbarê biryareke berê ya civata wezîran ya taybet bi nexşe rêya hikûmeta herêma Kurdistanê bo têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de piştî ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta federalî ya bi Serokatiya birêz Mihemed Sûdanî û mekanîzma çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî de li ser esasê destûr û weke di nava bernameya kabîneya nû de behs jê hatiye kirin û ji aliyê parlementoya Îraqê ve jî hatiye pejrandin. Bi taybetî dosyeya madeya 140 ya destûrê ya taybet bi deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê, para herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî, dosyeya petrol û gaze û beşdariya goncaw ya herêma Kurdistanê di dezgehên federalî û bi taybetî maf û şayîsteyên destûrî yên pêşmerge û mijarên din yên mîna proje qanûnên dadgeha federalî, civata federalî û petrol û gazê.

Piştî nirxandineke berfire li ser her yek ji wan mijaran, biryar hate dayîn daku, şanda danûstandinkar ya herêma Kurdistanê ya li gel hikûmeta federalî ji wan birêzan were pêkanîn, wezîrê darayî, wezîrê samanên xwezayî bi wekalet, wezîrê plandanînê, Serok dîwana civata wezîran, Sekreterê civata wezîran, Serokê fermangeha hemahengî û wenêrînê û Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê.

Ev şanda han hatiye pîwerdarkirin daku, di çarçoveya mafên destûrî û biryarên civata wezîran yên taybet bi dosyeyên hilwastî di demeke zû de dest bi diyalog û giftûgoyê bike û tekez li ser cîhbicîh kirina karnameya hikûmeta federalî û ev rêkeftinên siyasî yên ku, li gel civata wezîran yaku deng li ser hatiye dayîn, hate kirin.

Di rojeva duyem ya civînê de wezîrê darayî û abûrî birêz Awat Şêx  Cenab pêngavên amade kirina proje qanûna bûdceya herêma Kurdistanê hatin pêşkêşkirin û bo vê yek jî aliyên têkildar hatin pîwerdarkirin daku li ser vê bernivîsa han bixebitin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.