Sûdanî: Emê qanûna petrol û gazê bihev re amade dikin

dibêje beriya bernivîs bo civata wezîran û parlementoyê were şandin bo Kurdistanê tê şandin.
کوردستان TV
100%

Dibêje li gel herêma Kurdistanê bihevre li ser vê mijarê dixebitin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ragihand ku, hikûmeta nû ya Îraqê dixwaze têkiliyên baş li gel herêma Kurdistanê ava bike.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî diyar kiriye ku, yek ji kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê qanûna petrol û gazê ye û niha hevdîtin û diyaloga wan li gel wezareta petrolê didomin û li gel herêma Kurdistanê bihevre qanûna han amade dikin.

Mihemed Sûdanî ev yek eşkere kiriye ku, bernivîsa nû ya qanûna petrol û gazê beriya radestî civata wezîran û parlementoyê were kirin vê li gel herêma Kurdistanê bihevre nîqaş li ser bikin.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.