Dibêje rejîm dixwaze Belûçan komkuj bike.
Îmamê navdar yê Belûçistanê ku, hevdem oldarekî navdar yê sune û neyarekî navdar yê rejîma Îranê Mewlevî Ebdulcebar rexneyên dijwar li rejîma Îranê kir û ragihand ku, hinceta Îranê bo komkujiya bajarê Xaş eve ku, qaşo kesên hatine nimêja înê bi çek êrîşî ser walîtiya vê bajarê kirine, ev direweke mezin û bêşermaneye jiber kesên ku, hatine mizgeftê kesên medenî bûne û piştî nimêjê jî xwepîşandaneke aştiyane û medenî organîzekirine.
Ebdulcebar eşkere kir ku, rejîm û rayedarên rejîma Îranê direwan dikin û hincetan bo xwe çê dikin daku, gelê Belûç ji nav bibe.
Cebar herwiha daye xuyakirin ku, daxwazên wan yên bo azadî û yeksanî berdewam dibin û ji rejîma Îranê û hovîtiya rejîma Îranê natirsin.
Weke tê zanîn di nava 53 rojên derbasbûyî de ku, li Îranê raperîna seraserî li dijî rejîmê destpê kiriye heta niha rejîm du caran li Sîstan û Belûçistanê li dijî Belûçan komkujiyên mezin pêk aniye ku, di encama wan komkujiyan de nêzî 200 kesan hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin