Ukranya huşdarî dide

sîstemeke berevanî ya nû ya Rojavayî jî gehêştiye destê artêşa Ukraynayê.
کوردستان TV
100%

Dibêje Rûsye dixwaze mûşekên nû ji Îranê bistîne.

Di demekê de ku, pêşrewiyên artêşa Ukraynayê li Rojhilatê vê welatî li dijî artêşa Rûsyeyê didomin, welatên Rojavayî jî hevkarî û piştîvaniyên xwe yên leşkerî û locistîkî bo Ukraynayê  berfiretir dikin.

Wezareta berevanî ya Ukraynayê diyar kiriye ku, di wan rojên derbasbûyî de pêşkeftîtirîn sîstema berevaniya asmanî ya Rojavayî gehêştiye destê artêşa Ukraynayê û ev sîstema han bandoreke gelek erênî li ser eniyên şer kiriye.

Wezareta berevaniya Ukraynayê herwiha huşdariya vê yekê daye ku, Rûsye dest bi kirîna mûşekên pêşkeftî yên Îranî ji cureya Fatih û Zulfeqar kiriye.

Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Ukraynayê de qala vê yekê hatiye kirin ku, Rûsye jiber şikestên dijwar yên ku, di şerê de rastî vê hatine, neçar maye ji Îranê ji bilî dronên întîharî, hevdem mûşekên pêşkeftî jî bistîne.

Weke tê zanîn beriya du rojan jî Şêwirmendê leşkerî yê karûbarên leşkerî yê Serokê Ukraynayê daxwaz kiribû ku, êrîşî ser kargehên çê kirina dronên Îranî were kirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.