Dibêje firotina dronan bi Rûsyeyê gelek zirarê dide Îranê.
Balyozê berê yê Îranê yê li Rûsyeyê Nemetulah Êzidî ragihand ku, Îran ji aliyê Rûsyeyê ve di mijarê şerê Ukraynayê de hatiye xapandin.
Nemetulah Êzidî herwiha diyar kiriye ku, lazime Îranê hizir li ser vê yekê bike ka gelo firotina dron û çekan bo Rûsyeyê ji aliyê Îranê ve, ti destkeftek bo Îranê heye an na?
Nav hatî diyar kiriye ku, mixabin ti destkeftek destê Îranê neketiye û Rûsye di warê şerê Ukraynayê de Îran xapandiye û Îran xistiye nava dek û dolabekê de ku di encam de vê Îranê rastî zirarên mezin were.
weke tê zanîn ev demek bû ku, dihat gotin Îran bo şerê Ukraynayê dron daye Rûsyeyê lê Îranê ev yek înkar dikir û hefteya derbasbûyî jî wezîrê derve yê Îranê li xwe mokir hat û got me dron dane Rûsyeyê lê beriya şerê Ukraynayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin