Rishi Sunak: Destpê kirina diyalogê li gel Îranê gelek zehmete

dibêje civaka cîhanî ne amadeye li gel Îranê diyalogê bike.
کوردستان TV
100%

Îran sedema aloziyên deverê ye.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak di peyamekê de derbarê rewşa Îranê û diyaloga civaka cîhanî ya li gel Îranê derbarê bernameya etomiya Îranê de, ragihandiye ku, destpê kirina gereke nû ya diyalogê li gel Îranê jiber rewşa aloz ya niha ya Îranê gelek zehmete û tê payîn bi ti awayî gereke nû destpê neke.

Rishi Sunak herwiha eşkere kiriye ku, ji bilî rewşa aloz ya navxweyî ya Îranê, hevdem siyaset û pêngavên Îranê yên li deverê de sedema sereke ya aloziyên heyiye lewre civaka cîhanî wan tiştan jî liber çav digire lewre civaka cîhanî ne amadeye ku, li gel Îranê dest bi gereke nû ya diyalogê bike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.