Şanda Kurdistanî behsa sê mijaran li gel Bexdayê dike

şanda herêma Kurdistanê bi fermana Serokwezîr diçe Bexdayê.
کوردستان TV
100%

Di wan rojan de şanda Kurdistanî diçe Bexdayê.

Biryare sibê anjî pêncşem şandeke hikûmeta Kurdistanê bo giftûgo kirin li ser çend mijaran serdana Bexdayê bike û li gel rayedarên Bexdayê bicive.

Li gor zaniyariyên berdest, şanda Kurdistanî vê li Bexdayê li gel aliyên têkildar behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, para herêma Kurdistanê ji bûdceya Îraqê û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bike.

Weke tê zanîn hikûmeta nû ya Îraqê di karnameya xwe de soza çareser kirina tevahiya kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê mina kêşeya madeya 140, qanûna petrol û gazê û dosyeya hêzên pêşmerge dabû hikûmeta herêma Kurdistanê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.