Îraq û Rûsye bo îmze kirina rêkeftinê gavan davêjin

di sala 1975an de her du welat rêkeftineke wisa îmze kiribûn.
کوردستان TV
100%

Her du welat rêkeftineke etomî îmze dikin.

Mulheqa abûrî ya balyozxaneya Rûsyeyê ya li Bexdayê ragihandiye û Îraq û Rûsye dixwazin di warê enerjiya etomî de rêkeftinek îmze bikin.

Li gor daxuyaniya mulheqtiya abûrî ya balyozxaneya Rûsyeyê, Îraq û Rûsye bo ku, derbarê fêde wergirtin ji enerjiya etomî de gavên pêwîst davêjin û xwe amade dikin daku, rêkeftinek taybet bi enerjiya etomî îmze bikin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, beriya niha jî hevkariyeke wisa di navbera Îraq û Rûsyeyê de hebûye û di sala 1975an de her du welat li ser vê mijarê rêkeftinek îmze kirine.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.