200 welat di civînê de beşdarin.
Îro 6ê Mijdarê li bajarê Şerm Elşêx ya Misirê, bi beşdariya nunerên 200 welatên cîhanê civîna Netewên Yekgirtî ya taybet bi rûbirû bûna gerimbûna zemîn û guhertinên keş û hewayê destpê kir.
Ev civîna han yaku, 27mîn civîna NY ya li ser vê mijarê ye, vê du hefteyan bidome, û di civînê de giftûgo û nîqaş li ser wan rêkar û tedbîran tê kirin ku, lazime bo pêşî girtin ji zêdetir gerimbûna zemîn û guhertinên keş û hewayê werin stendin.
Weke tê zanîn di salên derbasbûyî de NY rêkeftinek bi navê rêkeftina Parîsê îmze kiriye ku, têde biryar hatiye dayîn daku, heta sala 2030an rêjeya gazên ku, zirarê didin zemîn û keş û hewayê bi qasî sedî 45 werin kêmkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin