Serok Barzanî jî dengê xwe da.
Îro di sêyem roja kongreya partiya demokrata Kurdistanê ya li Dihukê de, prosesa dengdanê bo diyar kirina 51 endamên komîteya navendî ya PDKê destpê kir.
Di heman çarçoveyê de Serok Barzanî weke yekem kes dengê xwe bo hilbijartina endamên komîteya navendî avête nava sendoqê.
Weke tê zanîn di duyem roja kongreyê de biryar hatibû dayîn ku, civata Serkirdatî nemîne û di şûna vê de komîteya navendî were avakirin ku, ji 51 endamên eslî û 9 endamên yedek pêk tê.
Her duhê jî bi biryara Serok Barzanî 10 endamên vê komîteyê hatibûn diyarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin