Duhê li bajarê Kerecê hatiyekuştin.
Rojên pêncşem û înê li gelek bajarên Îranê xwepîşandanên mezin li dijî rejîmê dom kirin û li gelek bajaran jî pevçûnên dijwar qewmîne.
Di vê çarçoveyê de hem pêncşem û him jî înê li Kerecê di navbera xwepîşanderan û hêzên rejîmê de pevçûnên dijwar qewmîne û hêzên rejîmê di destpêkê de êrîşî ser xelkê kirine ku beşdarî di veşartina cenazeya xwepîşanderek ku, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû kuştin kiribûn, piştî veşartina cenazeyê, xelkê jî êrîşî ser hêzên rejîmê kiriye û pevçûneke gelek dijwar di navbera xelk û hêzên rejîmê de çê bûye û di encama pevçûnên han de Fermandarekî spaha Pasdaran hatiye kuştin û 7 endam û rayedarên spahê jî ji aliyê xelkê ve hatine birîndarkirin.
Herwiha tê gotin ku, gelek tirimbîlên leşkerî yên spah û hêzên ewlekarî yên rejîmê jî ji aliyê xelkê ve hatine şewitandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin