Sûdanî: Me tîmeke mezin ya qaçax kirinê ji nav bir

endamên tîma han rayedar û efserên artêşa Îraqê ne.
کوردستان TV
100%

Ev tîma han li Besreyê karê qaçaxçîtiya petrolê kiriye.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî ragihand ku, hêzên ewlekarî yên Îraqê karîne di operasiyonekê de mezintirîn tîma qaçax kirina petrolê li Besreyê hilweşîne.

Sûdanî herwiha eşkere kiriye ku, hêzên ewlekarî yên Îraqê karîne piştî kom kirina zaniyarî û hûrgiliyên bawermend li dijî tîmeke mezin ya qaçax kirina petrolê li Besreyê lidar bixin û di encama operasiyona han de tîma qaçax kirina petrolê hatiye hilweşandin.

Nav hatî diyar kiriye ku, tevahiya endamên tîma han rayedar û berpirsin û çend ji wan jî Efser û xwedan pileyên nava artêşa Îraqê ne.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.