rejîm çekdarên heşda şebî û hizbulahê biriye Îranê

ji Bexdayê bo Meşhedê hatine veguhastin.
کوردستان TV
100%

roja duşem zêdetir ji 150 çekdar ji Bexdayê bo Meşhedê hatine veguhastin.

Rojnameya Iran international belav kiriye ku, roja duşem 31ê Cotmehê rejîma Îranê careke din dest bi veguhastina çekdarên heşda şebî û hizbulahê li Bexdayê bo Îranê kiriye.

Îraninternational eşkere kiriye ku, roja duşemê balefireke taybetî li Balefirxaneya Bexdayê zêdetir ji 150 çekdarên heşda şebî û hizbulahê hilgirtiye û birye bajarê Meşhedê ya Îranê.

Çavkanî li ser zarê hin hayedaran diyar kiriye ku, armanc ji birina çekdarên han eve daku, rejîm wan çekdaran dijî xwepîşanderan bikar bîne û ev çekdarên han j jiber ku, bêyanî ne rehmê bi xwepîşanderan nekin û bi vê awayî xelk were tirsandin daku, ev ji xwepîşandanên dijî rejîmê berde.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.