Li Rojhilatê 16 welatiyên din yên Kurd hatin revandin

di nava kesên revandî de zarokên 12 salî jî hene.
کوردستان TV
100%

Hêzên ewlekarî êrîşî ser gundeke ser bi Bûkanê kirine.

Xwepîşandanên seraserî yên gelên Îranê li dijî rejîma vê welatî berdewamin û di vê çarçoveyê de jî duhê bişev hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê êrîşî ser gundê Weştepe ya ser bi Bûkanê û debistana vê gundê kirin.

Di encama êrîşa han de herî kêm 16 şêniyên vê gundê ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan jî nediyare.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku, di nava revandiyan de zarokên 12 salî jî hene.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.