Îtlaat raporteke nihênî bo rayedarên rejîmê amade kiriye.
Dezgeha îstîxbaratî ya Îranê yaku, bi îtlaat tê nasîn, raporteke taybet û nihênî derbarê rewşa Îranê û xwepîşandanên dijî rejîmê ku, zêdetir ji 7 hefteyan berdewamin, amade kiriye.
Ev raporta han ku, tenê bo rayedarên siyasî, ewlekarî û leşkerî yên rejîmê hatiye şandin ji aliyê îtlaatê ve ji seraserê Îranê hatiye amadekirin.
Di raportê de îtlaat diyar kiriye ku, metirsî ser rejîma Îranê gelek mezine, di nava 40 salên derbasbûyî de ev yekem care rejîm rastî metirsiyeke wisa were, rewş gelek aloze, îtlaat û hêzên ewlekarî rixmî tedbîrên tund û dijwar lê nikarin pêşiya xwepîşandanan bigirin û rewş ji kontrola me derketiye.
Îtlaat di beşeke din ya raporta xwe de nivîsandiye ku, vê xwepîşandan zêdetir û berfiretir bibin û bikar anîna çek li dijî xwepîşanderan jî ti fêdeyek nedaye rejîmê.
Di beşeke din ya raportê de hatiye diyarkirin ku, heta niha bo zêdetir ji 2 hezar kesên girtî ku, temena wan 17 heta 20 sale û hatine girtin, dosye hatiye amadekirin û ev kesên han beriya xwepîşandanan ti carî bo yek seat jî nehatine girtin.
Di berdewamiya raportê de îtlaat diyar kiriye ku, ji her girtiyekî bi qasî 10 deqîqeyan lêpirsîn hatiye kirin û tişta ku, ev her 2 hezar kes bi hevbeşî diyar kirine eve ku, armanca wan ya sereke ji beşdarî kirin di xwepîşandanan de têkdana rejîma Îranê ye.
Ev jî lînka vê raporta han ya nihêniye.
https://iranwire.com/fa/features/109119
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin