Duhê bişev li Mehabad û Sineyê şer û xwepîşandanên dijwar hebûn

li Mehabadê tevahiya navendên rejîmê hatin şewitandin.
کوردستان TV
100%

Raperîna seraserî ya Îraniyan dijî rejîma vê welatî berdewame.

Ev zêdetir ji 43 rojane ku, li seraserê vê welatî, gelên Îranê li dijî rejîma vê welatî daketine qadan û raperîna xwe didomînin.

Di vê çarçoveyê de duhê li Sine, Mehabad, Qesrê Şîrîn, Seqiz û çend bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê xwepîşandanên girseyî dijî rejîmê dom kirin.

Li Mehabad û Sineyê hêzên rejîmê bo belave kirina xelkê çekên giran bikar anîn lê xelk qad berneda û li dijî hêzên rejîmê berxwedana xwe domand.

Li Seqiz û Qesrê Şîrîn jî bi heman awayî pevçûn hebûn, çend xwepîşander birîndar bûne û tê gotin ku, çend xwepîşander jî bi destê hêzên rejîmê hatine kuştin.

Weke tê zanîn roja çarşem û pêncşemê li Mehabadê gelek navendên rejîmê yên li vê bajarê ji aliyê xelkê ve hatibûn şewitandin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.