Diyaloga navbera Misir û Tirkiyeyê hate rawestandin

Misir dibêje heta Tirkiye mercên me cîhbicîh neke em diyalogê nakin.
کوردستان TV
100%

Misir dibêje Tirkiye ti gavek neavêtiye û guhertin nekiriye.

Ev demek bû ku, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ji tirsa rêkeftina Îbrahîmê û ji bo rizgar bûn ji qirîza darayî û dirêj kirina temenê desthilata xwe, dest bi hewldan bo normal kirina têkiliyên xwe li gel Misir, Îsraîl, Sûriye û Siûdiyeyê kiribû.

Di vê derbarê de îro çapemeniya Misirê li ser zarê wezîrê derve yê vê welatî Samih Şukrî belav kir ku, Misir bo normal kirina têkiliyan li gel Tirkiyeyê çend merc bo Tirkiyeyê diyarî kiribû lê heta niha Tirkiye ev mercên han cîhbicîh nekiriye û bo cîhbicîh kirina wan jî ti gavek neavêtiye lewre Misir, diyaloga li gel Enqereyê bo normal kirina têkiliyan rawestandiye.

Şukrî herwiha diyar kiriye ku, heta Tirkiye tevahiya mercên Misirê cîhbicîh neke, Qahêre li gel Enqereyê dest bi diyalogê nake.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.