Îro xelkê Mehabadê walîtiya vê bajarê şewitand.
Îro li Mehebadê xwepîşandaneke gelek mezin li dijî rejîma Îranê hat lidarxistin û xelkê Mehabadê li dijî rejîma Îranê daket qadan.
Her çend çekdarên rejîma Îranê jî rast rast bi çek êrîşî ser xelkê dikin, lê xelkê Mehabadê paşve venagere û xelk karî bînaya walîtiya Mehabadê dorpêç bike û agir bi vê bînaya han berde.
Niha pevçûn û xwepîşandan li Mehabadê hîn jî berdewame û duhê bişev jî di çarçoveya heman xwepîşandanan de ciwaneke din yê Kurd li vê bajarê hatibû kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin