navroka civîna civata wezîran

Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye.
کوردستان TV
100%

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Rojeva yekem ya civînê pêk hatibû ji pêşkêş kirina nêrîn û steratejiya rajeya giştî ya derbarê rêkxistina ji nû vey a pileyên giştî ku, ji aliyê Serok civata giştî ya raje birêz Sêrac Barzanî ve hate pêşkêşkirin.

Me jî balkêşande ser girîngiya hebûna civata rajeya giştî ku, dezgeheke gelek pêwîste bo ji nû ve rêkxistina pile û mîlakatên pîwerdariya giştî û herwiha yek ji xalên bernameya ka rya kabîneya 9an ya hikûmeta herêmê ye bo cîhbicîh kirina reforêm îdarî û ji nûve rêkxistina mîlakên giştî ya karmendan, mûçe û bilind kirina pileyên karmendan, wenêrîn kirin bi pêkhateya wezaretan û dezgehên fermî yên hikûmetê, li gor mekanîzmeke zanistî û goncawtir di çarçoveya zagonên berkar de bop ere pêdana jêrxana hikûmetê li ser mijarên yekxistina mîlakatan û domandina reformên îdarî, yekxistina pilebendiya rajeya karmendan di kerta giştî de li gor pêdiviyan û pisporiya wan û diyarî kirina pile û wesifa pîwerdarî ya karmendan di nava dezgehên hikûmetê de li gor mîlakatên dîcîtalî ku, biryare bi armanca dîcîtalîzekirina dosyeyên karmendan û şefaf kirin û nehêştina narêkûpêkiyên îdarî.

Civata wezîran piştî giftûgoyeke berfire ev steratejiya han pejrand û di vê çarçoveyê de jî civata raje hate pîwerdarkirin bo nîqaş kirina mijara damzrandina ev kesên ku, xwedan dîplomeya bilindin û karmendên girêbest di nava dezgehên hikûmeta herêmê de, li gor steratejiya pejrandî ya civata giştî ya rajeyê.

Di mijara dudiyan ya civînê de wezîrê torîzm û şaredariyan birêz Sasan Ewnî jî bo pêşî girtin ji çarçûr kirina saman û milkên giştî, pêşiniyara wezaretê pêşkêş kir ku, derbarê serrast kirina şêwaza bikirêdana navçeyên pîşesazî ku, milkên giştî ne bi şertek ku, asankariyên pêwîst bo pêşde birina çalakiyên pêşesazî li ber çav werin girtin û rê neyê dayîn ku, hinek kes ku, ne xwedan ti pîşene û ti çalakiyeke wan ya pîşesazî tuneye bi awayeke nerewa fêde ji zevî û projeyên heyî werbigirin û zirarê bidin berejwendiyên giştî. Piştî diyar kirina çend pêşniyaran, civata wezîran pêşniyara wezareta torîzm û şaredariyan pejrand.

Di berdewamiya civînê de wezîrê herêmê bo karûbarê pêkhateyan birêz Aydîn Merûf jî raportek taybet derbarê rewşa pêkhateyên Tirkiman, Kildanî, Sûriyanî, Aşûrî û Ermeniyan û pêşniyara wan ya bo diyar kirin û bicîh kirina rojek weke boneyeke fermi di teqwîma fermi ya herêma Kurdistanê de bi nave roja bihev re jiyanê li gor zagon mafên pêkhateyan ya bi hijmara 5 ya sala 2015an.

Me jî tekez li ser girîngiya pere pêdana çanda bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda li Kurdistanê de kir ku, bûye, sîmayeke geş û cîhê serfiraziya tevahiya me û me ev yek jî diyar kir ku, her tiştek ku, pêwîst be bo pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyan, dikin û hewl bo zêdetir lihev nêz kirina pêkhateyan û zengîn kirina çanda pir reng ya Kurdistanê û xizmet kirina tevahiya welatiyan bêyî cudatî.

Piştî giftûgoyeke berfire civata wezîran wezaret û aliyên têkildar pîwerdar kir daku, wenêrînê bo pêşniyara han bikin bo pêşde birina bihevre jiyana aştiyane li Kurdistanê de ku, nîştimana tevahiya pêkhateyên olî û etnîkiye bêyî cudatî, li ser esasê welatî bûnê di çarçoveya zagona parastina mafên pêkhateyan de.

Di rojeva çaran ya civînê de wezîrê pîşesazî û bazirganî birêz Kemal Muslim raportek derbarê kêşeyên taybet bi para erzaqa mehane ya welatiyan û depoyan û veguhastina para erzaqê û hemahengî kirin li gel wezareta bazirganî ya hikûmeta federalî bo misoger kirina para herêma Kurdistanê di dema dabîn kirina bûdceya Îraqê ya bo dabîn kirina para erzaqa mehane ya welatiyan, bi armanca çareser kirina astengî û kêşeyên taybet bi vê mijarê û çareser kirina direng gehêştina para erzaqa mehane ya welatiyên herêmê.

Civata wezîran rixmî destxweşî kirin ji wezîrê bazirganî û pîşesazî bo serdana wî ya vê dawî bo Bexdayê û civîna wî ya li gel wezareta bazirganî ya federalî û dîtina jihev fêmkirineke hevbeş di vê derbarê de bi liberçav girtina taybetmendiyên destûrî yên herêmê, di heman demê de, civata wezîran her yek ji wezaretên( pîşesazî, çandinî, çavkaniyên avê, plan danîn û darayî û abûrî) pîwerdar kirk u, di çarçoveya bernameya karî ya vê kabîneyê de, kar bo dabîn kirina asayîşa xwerak li herêmê û di çarçoveya bernameyeke hevbeş de pêşniyarên xwe bo civata wezîran amade bikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.