Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya şandeyeka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Almanyayê bi Serokatiya xanima Sara Nanî kir ku ji hejmarek parlamenterên partiyên cuda yên Parlamentoya Almanyayê pêkhatibû.
Di hevdîtinê de, peywendiyên Almanya digel Iraq û Herêma Kurdistanê, berfirehkirina erkên hêzên Almanyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê de ku ji aliyê Parlamentoya Almanyayê ve biryar hatibû dayîn, metirsiya Daîşê û rewşa navçeyê hatin gotûbêj kirin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ev serdana Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Almanyayê ya ji bo Hewlêrê wekî piştevanî ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê da zanîn û spasiya Parlamento, hikûmet û gelê Almanyayê kir ku erkên hêzên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj kirin. Her wisa ji bo alîkariyên leşkerî û mirovî ku di dema şerê dijî Daîşê da pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiribûn, spasiya Almanyayê kir.
Nêçîrvan Barzanî, her wisa, tekez kir ku, Daîş hê jî metirsiyeke ciddî ye li ser aştî û aramiya Iraq, Sûriyê û navçeyê bi giştî û heta metirsiyê li ser asayişa Ewrûpayê jî dike. Her wiha hevkariyên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bilind nirxand û bi pêwîst zanî ku wê hevahengiyê xûrttir bikin.
Di derbarê rewşa Iraqê de jî, Barzanî hêvî xwest ku hikûmeta nû di zûtirîn dem de bê damezrandin ku bersiva hêvî û daxwazên welatiyên Iraqê bide, aramî û seqamgîriyê dabîn bike û bikaribe kêşeyên digel Herêma Kurdistanê li gor destûrê çareser bike. Nêçîrvan Barzanî dakokî li wê yekê jî kir ku divê pêkhateyên Iraqê rêyekê bibînin ku bi hev re li Iraqê bijîn.
Şandeya Parlamentoya Alanyayê, ji aliyê xwe ve, pesna pêşkeftinên Herêma Kurdistanê da û tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wan dê li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam be, rola Pêşmerge di têkşikandina Daîşê da bilind nirxand û xwesteka welatê xwe ya ji bo berfirehkirina peywendiyan bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra nîşan dan.
Rewşa navxwe ya Kurdistanê, proseya yekxistina hêzên Pêşmerge, pêşhatên dawî yên şerê li Ukraynayê û bandora wî şerî li ser Ewrûpayê bi taybetî di warê enerjiyê de, metirsiyên guherîna av û hewayê û bandora wê li ser Iraqê çend mijarên din yên civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin