Li Îranê welatiyekî Îspanî hat revandin

niha li girtîgeha taybetî ya îtlaatê ya li Sineyê de girtiye.
کوردستان TV
100%

Serdana gora keça Kurd Jîna Emînî kiribû.

Îro çileya keça Kurd Jîna Emîniye ku, bi destê hêzên rejîma Îranê hatibû kuştin.

Rixmî zextên hêzên rejîma Îranê lê gelek welatiyên Îranî û kesatiyên navdar vê îro biçin ser gora Jîna Emînî.

Her di vê çarçoveyê de, welatiyekî Îspanî bi navê Santiago Sanchez ku, serdana gora Jîna Emînî kiribû ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatiye revandin.

Ev welatiyê han û wergêrê wî ku Îraniye, ji aliyê îtlaata Seqizê ve hatine girtin û bo girtîgeha taybetî ya îtlaatê ya li Sineyê hatine veguhastin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.