Vê boriyeke din ya gazê rakêşin.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê wezîrê petrolê yê Îranê beriya du rojan serdana Tirkiyeyê kiriye û li gel rayedarên Tirkiyeyê civiyaye.
Di civînan de şanda Îranî û rayedarên Tirkiyeyê behsa çawetiya nûjen kirina rêkeftina navbera Tirkiye û Îranê ya taybet bi şandina gaza xwezayî ji Îranê bo Tirkiyeyê, diyar kirna buhaya gaz û diyar kirina rêjeya şandina gaza xwezayî ji aliyê Îranê ve bo Tirkiyeyê hatiye kirin.
Her di heman civînan de her du alî li ser rakêşana boriyeke din ya gaza xwezayî di navbera Îran û Tirkiyeyê de lihev kirine.
Weke tê zanîn di navbera Îran û Tirkiyeyê de ji ber mijara vekirina kirîdora Zengezor û herêma Nexcewanê de alozî hene û beriya niha jî Îran jiber buhayê gazê şandina gazê bo Tirkiyeyê kêm kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin