Raperîna Îraniyan dijî rejîmê berdewame

heta niha zêdetir ji 250 kesan hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Ev 37 roje li seraserê Îranê li dijî rejîmê serhildan destpê kiriye.

Beriya 37 rojan li Îranê keça Kurd ya bi navê Jîna Emînî bi destê hêzên rejîmê hate qetilkirin û ji vê rojê ve heta niha li seraserê Îranê xelkê Îranê li dijî rejîmê dest bi raperînê kiriye.

Ev 37 roje raperîna seraserî ya Îraniyan li dijî rejîma vê welatî berdewame û hevdem hêzên rejîmê jî bêyî liber çav derbas kirina maf, azadî, temen û pîwer û pîvanên mirovatî êrîşî ser xelkê dikin.

Duhê bişev jî li seraserê Îranê weke 36 rojên derbasbûyî xelk bişevan daket qadan, diroşmeyên dijî rejîmê qiriya û dest bi şewitandina tirimbîlên hêzên rejîmê, şewitandin û şikandina peykerên rayedarên rejîmê kir.

Ji aliyeke din ve her duhê jî li Tehranê xelkê agir berdabû navenda çapemeniyê ya rejîmê.

Duhê jî li seraserê Rojhilatê Kurdistanê gireva giştî hebû, piştî girevê dest bi xwepîşandan dijî rejîmê hate kirin.

Herwiha gireva zanîngehên Îranê, petrokîmiya û kerta petrolê jî berdewame.

Weke tê zanîn heta niha herî kêm 250 kes ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin û zêdetir ji 12 hezar kes jî birîndar bûne û gelek kes jî hatine girtin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.